• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Şêx Ehmed Ebû Rîşe Kir

Gulan Media January 24, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Şêx Ehmed Ebû Rîşe Kir
Duh Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Şêx Ebû Rîşe û Parêzgar û hijmareke Endamên Civata vê Parêzgehê, Serok Eşîr û Parlementerên Parêzgeha Enbarê kir.

Di hevdîtineke de Şêx Ebû Rîşe silavên Şîniyên Parêzgeha Enbarê pêşkêşî Serok Barzanî kir û rola Serok Barzanî û destpêşxeriya Serok Barzanî ya ku, bibû sedema damezrandina Hikûmeta niha ya Îraqê bi girîng û Dîrokî wesif kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewldanên Serok Barzanî yên ji bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê jî kir û ragihand ku, rola Serok Barzanî roleke gelek girîng û erêniye û girêdayî bûna xwe û tevahiya Eşîrên vê Parêzgehê jî ji destpêşxeriya Serok Barzanî re eşkere kir û ragihand ku, tevahiya Îraq li benda Serok barzanî û hewldanên girîng yên vî ne.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serok Barzanî jî jibilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan û diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Şêx Ebû Rîşe bo Kurdistanê hev dem tekez li ser vê yekê jî kir ku, Îraq welatê tevahiyaye û pirnetewî û pir olî jî çavkaniya hêze bo pergal û desthilateke demokratîk.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser dabeş kirina dadmend ya dahatên Îraqê li ser tevahiya pêkhateyên Îraqê li gorî ku, destûra bingehîn ya vê welatî destnîşan kiriye.
Parêzgarê Enbarê jî di peyvekî de behsa pêşkeftin û aramiya Kurdistanê û hewldanên Serokatiya Kurdistanê yên ji bo pêş de birina Kurdistanê kir û xwezî xwest ku, tevahiya Deverên din yên Îraqê weke Kurdistanê bûbana û got; pêwîste Serok û Rayedarên Îraq û Deverên din yên Îraqê fêde ji ezmûna demokratîk a Kurdistanê bigirin.

Parêzgarê Enbarê di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaza bihêz kirina peyvendiyên navbera Kurdistan û Parêzgeha han kir û di vê warê de jî pêşniyarek pêşkêşî Serok Barzanî kir û xwest ku, rêyek raste rast di navbera Kurdistan û Enbarê de were vekirin daku, peyvendiyên bihêz di navbera her dû aliyan de çê bibin.

Meseleya lidar xistina kongreya nîştimanî ya Îraqê û girîngiya vê kongreya han jî babeteke din bû ku, di vê hevdîtina han de hate nirxandin û her dû alî tekez li ser piştgîrî kirina vê kongreya han kirin.
Top