Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Konsulusê Nû Yê Tirkîya Li Bexdayê Kir
Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de bi awayek ku, berejwendiyên her dû aliyan gerentî bikin hatin nîqaşkirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Serok Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsulusê nû yê Tirkiyeyê kir û tekez li ser karên hevbeş û girîng û bihêztir kirina peyvendiyên dostane yên di navbera Trikiye û Kurdistanê de kir bi taybetî di warê peyvendiyên steratejîk yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de û bihêztir kirina peyvendiyên abûrî û bazirganî û berfiretir kirina asta hêlbirînê de.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de Konsulusê Tirkiyeyê jî kêfxweşiya xwe bi hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma HKurdistanê û wergirtina posta nû ya li Îraqê diyar kir û ragihand ku, rola Serok Barzanî di warê bihêztir kirina ast û asoya peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de cîhê rêzêye.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de silavên Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Derve yên Tirkiyeyê pêşkêşî Serokê Herêma HKurdistanê kir û ragihand ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de gelek pêşketîne û ev yek jî berhema peyvendiyên xizmatî û dostatî yên di navbera her dû aliyan deye.
Di dawiya vê hevdîtina han de çendîn babetên din û rewşa siyasî ya Îraqê jî hatin nîqaşkirin.
