Serokê parlemana Kurdistanê pêşwazî ya Baliyozê Tirkiyayê li Îraqê kir
Di wê hevdîtinê de baliyoza Tirkiyayê ragehand têkiliyên navbera Herêmê û Tirkiyayê pêşkeftinên berçav hebûne û hêvîdarin peywendî di hêla rewşenbîrî û çandî jî pêşkevin.
Kemal Kerkûkî daxuyakirin ku em hêvîdarin ku pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyayê bi rêya diyalog û demokrasiyê bêne çareser kirin û piştîwaniya Herêma Kurdistanê ji bo pirojeya çareseriya demokratîk ya berêzan Ebdula Gul û Teyib Erdoxan dûbare kir.
