• Thursday, 05 February 2026
logo

Hikûmeta Sûriyê biryarên Komkara Ereb red dike

Gulan Media January 23, 2012 Nûçe
Hikûmeta Sûriyê biryarên Komkara Ereb red dike
Hikûmeta Sûriyê biryarên Komkara Ereban yê ku daxwaz ji Serokê Sûriyê Beşar Esed dike ku erkên xwe radestî cîgirê xwe bike û rê li pêşiya damezrandina Hikûmeteke yekîtiya niştimanî vebike ji bo rêvebirina hilbijartinên perlemanê û serokatiyê bi awayekî demokrat li wî welatî red kir.

Ajansa sana ya nûçeyên jî, ku malpera fermî ya Sûriyê ye ji jêderekê berpirs ragihandiye û gotiye ku: Sûriye ew biryarên ku ji Komkara Dewletên Ereb li ser asta wezîran li barê Sûriyê derçûye red dike.

Wî jêderê egera red kirinê jî aşkira kir û weha got: "Ew biryarên Komkara Ereb derveyî çarçoveya plana karên Ereb û protokolên ku hatiye îmze kirin bi Komkara Ereb re, ev yeka jî pinpêkirina serbixweyî ya niştimanî ye û destwerdaneke li karûbarên navxweyî ya Sûriyê ye."

Ji aliyekî din ve Serok wezîrê Qeterê Şêx Hemed, di kongireyeke rojnamevanî de diyar kir ku:" Komkara Ereb wê destpêşxeriya xwe hilde Civata Ewlehiya Navdewletî ji bo bê pesend kirin."

Hemed ev jî got: "Destpêşxeriya Sûriyê wek destpêşxeriya Yemenê ye, ku serokê Yemenê bi radestkirina erkên xwe bo cîgirê xwe bi dawî bû."

Hejayî gotinê ye ku Wezîrên Derve yên Ereb duh roja yekşemê komek biryar derbarê Sûriye yê de pejirandin di dawiya civîna xwe de.

PUKmedia
Top