Li Stenbolê şewat: 5 mirî
Li Fatîhê di çatiya avahiya 3 qata li Kolana Kuçukdolap ya li ser Rêya Atlamataş ya Taxa Yavûz Sînan, di demjimêr 06.00’ê sibehê agir derket. Agirê ku heya niha sedemê wê nehatî zanîn û li çatiya avahî destpê kir, di demek kurt de mezin bû. Hemwelatiyan dema ku dît, agir gur bû agahî da îtfaye û ambûlansê. 2 kesên ku li qata 3 xwestin xwe ji agir xilas bikin, xwe avêtin û birîndar bûn. 3 kesên ku ji dûmanê bandorbûyîn û kêmekê jî şewitîn, tên darman kirin. yekîneyên îtfayê bilêvkirin ku, di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Yekîneyên îtfayê di nava 2 demjimêran de agir temirandin. Xebatên yekîneyên îtfayê li cihê bûyerê didomin.
ANF
