Elawî pêşniyaza pêkhênana hikûmeta nû dike
Eyad Elawî di kongreyeke rojnamegerî de ji ragihand ku yek ji rêçareyan destnîşankirina serokwezîrekî nû ye ji dêvla Serokwezîrê Iraqê ê niha Nûrî el-Malikî.
Her wiha Elawî diyar kir ku rêçareya din, pêkhênana hikûmeteke niştimanî bo amadekirina ji hilbijartinên nû re ye.
Elawî rêçareya sêyê jî bi pêkhênana hikûmeteke niştimanî ya hevpar destnîşan kir ku ew jî pêwîst e li pey rêkeftina Hewlêrê bihê sazkirin.
Tengijeya siyasî li Iraqê di nav aliyên siyasî de, di meha dawî ji sala borî de dest pê kir ew jî bi daxwaza herêmbûna herdu parêzgehên Selahedîn û Diyale bû.
Tengije bi derkirina fermana girtina Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq el-Haşimî tûjtir bû, piştre jî fermana jikarladana (jikardûrxistin) Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Salih el-Mutleg alozî dijwartir kir.
Bo çareserkirina vê tengijeyê Serkomarê Iraqê Celal Talebanî banga sazkirina kongreyeke niştimanî kir bi beşdarbûna hemû aliyên siyasî.
Aknews
