Xêzana Beşar el-Esed jî dê têkeve lîsteya cezayan
Behiye Merdînî Seroka Komîteya Ereb bo Bergiriya Azadiya Ra û Derbirînê ji malpera Alarabiya re aşkere kir ku bizav û hewldanên wan berdewam in bo xistina navê xêzana Beşar el-Esed di nav lîsteya cezayên aborî.
Merdînî ronî kir ku ne mimkun e, ew jinên berpirsan biparêzên û dûr ji cezayan bihêlin, “Ew samanên di dest wan, malê gel e.”
Herwiha Merdînî hinek navên din ji bilî jina Beşar diyar kirin, ku ew hewl din digel hin rêxistin û kesayetiyên Yekîtiya Ewropa (YE) wan bixin nav lîsteya cezayan, ew jî, “Wezîra berê ya Karûbarê Civakî û Kar Diyela el-Hec Arif, xêzana Mahêr el-Esed, xêzanên hin berpirsên din wek Kemal el-Esed,”
Tê zanîn ku ji ber tepisandin û tepeserkirina xwepêşandanên li Sûriyê yên ji berî 1o mehan dest pê kirine, civaka navdewletî cezayên aborî bi ser gelek berpirsên rejîma Sûriyê de sepandine ku Serokdewletê Sûriyê Beşar el-Esed bi xwe jî di nav de ye.
Aknews
