• Wednesday, 04 February 2026
logo

ÎHD: Divê desthilat bi demokrasiyê ve girêdayî be

Gulan Media January 13, 2012 Nûçe
ÎHD: Divê desthilat bi demokrasiyê ve girêdayî be
Komela mafên mirov a Tirkiyê (ÎHD), operasyonên KCKê yên îro şermezar kir û bang li hikûmetê kir, pîvanên demokrasiyê cî bi cî bike.

ÎHDê, li bara operasyonên îro yên di çarçoveya lêpirsînên doza KCKê de hatin kirin û gelek kes hatin binçavkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, sehkirina avahiya ÎHDê ya Diyabekirê, gelek şaredarî û saziyên BDPyî, mala Leyla Zana, navenda giştî ya KESKê û hinek navendên kulturî û girtina bi dehan kes, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de, amaje bi gotinên serokwezîr Erdogan yên li bara Leyla Zana hat kirin û wiha hat gotin, “Vê yekê nîşan da ku dozgar û dadgeh û desthilata siyasî çiqas di nav hev de kar dikin.”

Li gorî daxuyaniya ÎHDê, ev yek binpêkirina belavoka mafên mirov a NY ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin, Tirkiye ber bi rejîmeke serkutker ve diçe û wiha hat ziman, “Berpirstiya desthilata siyasî di vê qonaxê de aşkere ye. Em bang li desthilata siyasî dikin bi pîvanên demokrasiyê ve girêdayî be. Têkoşîna parêzvanên mafên mirov dê her dibome.”

AKnews
Top