• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Firedun Sinirlioglu Kir

Gulan Media January 13, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Firedun Sinirlioglu Kir
Îro li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şewirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Firedun Sinirlioglu kir.

Di hevdîtineke de rewşa niha ya Îraqê û peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de û her weha pêşkeftinên dawî yên di warê siyasî yên li Deverê jî hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de alozî û nakokiyên siyasî yên Îraqê jî hatin nirxandin û her dû alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane û diyalogê kirin.

Di derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên Îraqê de Nêçîrvan Barzanî careke din tekez li ser vê yekê kir ku, rêya herî baş ya çareser kirina kêşeyên heyî destûra bingehîn û diyalog û jihev fêmkirine.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de û pêşxistina peyvendiyên han di her warê de jî hate nîqaşkirin û her dû alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Top