Kişanak: Hikûmet dixwaze BDPê bide girtin
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, îro li naveda giştî ya BDPê li Enqereyê, li bara operasyonên îro yên li dijî BDPê, civîneke çapemeniyê saz kir. Di civînê de, parlamenterê Mêrdînê û hevserokê DTKê Ahmet Turk, parlamenterê Mûşê Sirri Sakik û parlamenterê Colemêrgê Adil Kurt jî beşdar bûn.
Kişanak, diyar kir, hikûmet dixwaze BDPê bide hilweşandin û wiha got, “Wateya vê terora li dijî partiye me, ew e ku hikûmet xwe dixe şûna dadgehê û dixwaze BDPê, ku aştî û demokrasiyê diparêze, bi de girtin.”
Gultan Kişanak, ji serokwezîr Erdogan re wiha got, “Hêza te ya girtina vê partiyê tune” û ragihand, heke BDPê bê girtin jî, dê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevseroka BDPê, bang li hemû hêzên aştîxwaz û demokrat kir, li dijî faşîzma li welêt derkevin û li ber xwe bidin.
AKnews
