• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 13, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê.

Berpirsê ofîsa Nêçîrvan Barzanî, Serbaz Hewramî ragihand ku duhî, saat 6:30 êvarê (bi dema Hewlêrê) Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gihişte Hewlêrê.

Hewramî ronî kir ku Barzanî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û niha li cihê mayîna xwe ya taybet e.

Derbarê pirsa “gelo vegeriyana Barzanî têkildarî wergirtina posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye”, Hewramî got, “Barzanî ji bo hin karên xwe yên taybet serdana derve kir, niha vegeriya welatê xwe, ew nîne ku em bêjin taybet ji bo wî karî vegeriya ye.”

Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar derbarê veguhartina posta Serokwezîrê herêmê ragihand, “Em li benda vegeriyana Nêçîrvan Barzanî bûn, heta niha ew namzedê PDKê ye ji bo wergirtina wê postê.”

AKnews
Top