• Wednesday, 04 February 2026
logo

Sakik: Ger tiştek bi me were, Wezîrê Navxwe berpirse

Gulan Media January 12, 2012 Nûçe
Sakik: Ger tiştek bi me were, Wezîrê Navxwe berpirse
Parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku li balefirgeha Edeneyê fîşekek li ser maseya wî hatiye danîn û got: “Em wateya yek fîşekê dizanin. Ez ji van gefan natirsim. Lê eşkere dikim, ger tiştek were serê min an jî hevalên min, berpirsiyar Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ye.”

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) yê Mûşê Sirri Sakik, duh di Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û piştî axaftinê fîşeka ku di dest dabû danî ser kursiyê parlamentoyê. Sakik got di roja 9ê kanûnê dema ji Enqereyê diçû Edeneyê, demançeya xwe ku têde fîşek nebûn di beşa VIP de radestî hêzên ewlehiyê kiriye û derbarê vê de jî qeyd hatine girtin.

Sakik di vê derbarê de wiha pêdeçû: “Birêz Wezîr ev zimanê we ye. Di balefirgeha Edeneyê de ez li benda demançeya xwe bûm, ligel demançeyê fîşekek jî xelat dan min. Em zanin weteya van fîşekan çî ye. Hûn jî dizanin em ji ku derê hatine. Beriya ku kesek bikujin fîşekên wiha dişînin. Min ev yek ji were got, lê min ji raya giştî re negot. Lê mehek derbas bû, hê tu pêşketin nîne. We qeydên kamerayan nêrî û tesbît kir ku çawa ev danîne ser maseya min. Piştre nameyekê gefê ji min re hat. Gefên kuştinê li me dixwin.”

Rudaw
Top