• Wednesday, 04 February 2026
logo

Iraqiye: Bê amadebûna Serokê Herêmê em beşdariya kongirê nakin

Gulan Media January 12, 2012 Nûçe
Iraqiye: Bê amadebûna Serokê Herêmê em beşdariya kongirê nakin
Peyvdara Lîsteya Iraqiye ya bi serokatiya Eyad Elawî ragihand ku ew beşdariya kongira niştimanî nakin eger Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê de amade nebe.

Meysûn Demlûcî ji AKnewsê re daxuyand, “Helwesta Iraqiye xuya ye û nehatiye guhartin, Iraqiye beşdariya kongira niştimanî nake eger serkirdeyên siyasî yên Iraqê yên ku rolekî wan ê mezin di prosesa siyasî de heye, ji wan Serokê Herêma Kurdistanê, tê de amade nebin.”

Demlûcî got jî, “Iraqiye di wê baweriyê de ye ku ti sûdek ji girêdana wê kongirê tune ye eger mercên serkeftinê tê de bi dest neyên, li serê wan jî çareserkirina aloziya niha û vegerandina mafê kesên ku gelek salin bê guneh hatine girtin.”

Duhî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariya kongira niştimanî nake eger li Bexdayê bê sazkirin û dê nûnerê xwe bişîne kongirê.

Niha aloziyeke siyasî Iraqê vegirtiye ku hin siyasetmedar dibêjin ya herî metirsîdar e ji 8 salên borî ve, ev jî ji ber pirsgirêkên navbera Hevbendiya Dewleta Yasayê û Lîsteya Iraqiye.

Ew alozî kûrtir bû, piştî derxistina fermana girtina Cîgirê Serokomar Tariq Haşimî ji hêla Civata Dadweriya Iraqê ve bi sûca terorê û pey re dûrxistina Salih Mutleg ji posta Cîgirê Serokwezîr.

Ji bo çareserkirina wê aloziyê, Talebanî pêşnyaza sazkirina kongireke niştimanî navbera hemû hêzên siyasî yên Iraqê kiriye.

AKnews
Top