Tugluk: Ji ber ku Ocalan PKK radestî dewletê nekirie xistine tecrîdê
Hevseroka TDKê û parlamentera serbixwe ya Wanê, Aysel Tugluk, li bara tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tugluk, diyar kir, kurd li hember siyaseta ewlehiya dewletê, şerê hebûnê dikin û wiha got, “Di navenda stratejiya ewlehiyê de, birêz Ocalan heye. Sedema ku ji Ocalan hesab dixwazin, ev e ku dibêjin ‘rêxistinê radestî me bike’. Dema ev pêk nehat wê demê hesab jê dixwazin. Di vê hesabixwestinê de hiqûq tune.”
Aysel Tugluk, ji hemû sazî û navendên navdewletî xwest, bo rakirina tecrîda ser Ocalan hewl bidin.
AKnews
