• Wednesday, 04 February 2026
logo

Veberhênana herî zêde di 2011an de li Hewlêrê bû

Gulan Media January 12, 2012 Nûçe
Veberhênana herî zêde di 2011an de li Hewlêrê bû
Desteka Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku di sala 2011an de, veberhênana herî zêde li herêmê li parêzgeha Hewlêrê bû ku bêtirî milyonek dolarê amerîkî bû.

Li gorî amareke destekê, di sala borî de li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê bi buhayê 2 milyar û 181 milyon û 768 hezar dolar veberhênan li herêmê hatiye kirin û piraniya wê li Hewlêrê bû.

Amarê amaje kir ku ji wê hejmarê, milyarek û 262 milyon û 704 hezar dolar li parêzgeha Hewlêrê, 562 milyon û 981 hezar dolar li parêzgeha Silêmaniyê û 356 milyon û 83 hezar dolar li parêzgeha Duhokê hatiye xerckirin.

Li gorî amarê, piraniya wan pereyan di warê avakirina yekîneyên niştecîbûnê de hatiye xerckirin.

Her wiha di amarê de hatiye ku di heyama 5 salên borî de li parêzgeha Hewlêrê 9 milyar û 819 milyon û 464 hezar û 310 dolar, li Silêmaniyê 4 milyar û 784 milyon û 942 hezar û 208 dolar û li Duhokê jî milyarek û 503 milyon û 972 hezar û 597 dolar, veberhênan hatiye encamdan.

Di heman heyamê de, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê 345 kompanî ku ji wan 302 navxwe, 20 hevpar û 23 biyanî ne, karên veberhênanê encamdane.
Top