• Wednesday, 04 February 2026
logo

Erdogan qeymeqamê Qilabanê xelat kir

Gulan Media January 11, 2012 Nûçe
Erdogan qeymeqamê Qilabanê xelat kir
Piştî komkujiya li gundê Roboskê ku 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin kuştin û qeymeqamê navçeya Qilabanê Naîf Yavuz rastî êrişê hat, Serokwezîrê Tirkiyê wekî qeymeqamê salê hilbijart û xelata salê pêşkêş kir.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan derbarê êrişa li dijî qeymeqamê Qilabanê Naîf Yavuz de got: “Ez carekî din derbasbûnê ji qeymeqamê Qilabanê re dixwazim. Di navbera nêzî 700 qeymeqamên me de, qeymeqamê Qilabanê ev serkeftin bi dest xistiye û bi vekirî diyar dike ku rastî êrişa lincê hatiye...”

Xelata salê ya ji aliyê Komeleya Rêveberiya Tirkiyê ku pêşkêşî rêveberê salê tê kirin, îsal ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve hat belav kirin. Xelat ji aliyê Erdogan ve pêşkêşî qeymeqamê Qilbanê Naîf Yavuz hat kirin.

Rudaw
Top