• Wednesday, 04 February 2026
logo

Piştî fermana Barzanî 239 kes hatine girtin

Gulan Media January 11, 2012 Nûçe
Piştî fermana Barzanî 239 kes hatine girtin
Piştî derxistina fermana ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo girtina 2 hezar û 600 gunehbarên ku ji aliyê dadgehê ve daxwaza girtina wan hatibû dayîn û heta niha 239 kes hatine girtin û kesek jî hatiye kuştin.

Îro (11.01.2012) Rêveberê Giştî yê Polîsên Herêma Kurdistan Ebdullah Xeylanî û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer di civîneke çapemeniyê de ku li Rêveberiya Giştî ya Polîsên Herêma Kurdistanê hat sazkirin, ragihand: “Ji dema ku fermana Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo girtina wan kesan hatî û heta niha, hêjmara kesên hatine daxwazkirin û girtin li jora 2 hezar û 600 kesî re bû. Me di vê navberê de karî 239 kesan bigrin.”

Rêveberê Giştî yê Polîsên Herêma Kurdistan Ebdullah Xeylanî got: “Emê ji bo girtina kesên mane û nehatine girtin berdewam bin.” Xeylanî bilêv kir ku ji kesên fermana girtina wan hatiye dayîn, 100 kes li parêzgehên İraqê ne, 42 kes jî li derveyî Herêma Kurdistan û İraqê ne. Em daxwaz ji Înterpol dikin ku wan jî bigrin.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Ev meheke me dest bi kar kiriye. Gelek pirsgirêk hebûn ku ji aliyê dadgehê vê bi dawî hatine, dosyeya hinekan ne mezin bûn û ji aliyê polîsên Hewlêr ve bi dawî bûne.”

Cebar Yawer statîstîka derbarê hêjmara gunehbaran de eşkere kir û got: “Li Silêmaniyê daxwaza 739 kesan hatiye kirin, lê tenê 33 kes hatine girtin. Li Hewlêr daxwaza 436 kesan hatiye kirin û 40 kes hatine girtin. Li Dihokê daxwaza 254 kesan, ji wan jî 22 kes hatine girtin. Li Germiyan ji 90 daxwazkeran, kesek hatiye girtin. Li Soran (Diyana) daxwaza 115 kesan hatiye kirin û 38 kes hatine girtin. Li Zaxoyê 46 kes hatine daxwazkirin û 12 kes hatine girtin. Li Akrê daxwaza 99 kesan hatiye kirin û 30 kes hatine girtin. Li Raperîn jî daxwaza 226 kesan hatiye kirin û 56 kes hatine girtin.”

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Li Çemçemalê daxwaza gunehbarek bi navê Ako Kerîm hatibû kirin, dema polîs ji bo girtinê çûn, gûlle berda polîsan. Polîsan jî bersiv dan û di encamê de Ako Kerîm hat kuştin.”
Top