Bûyerên pir xirab li Sûriyeyê diqewimin
Enwer Malikê Cezayîrî ji Sûriyeyê derket û derbarê bûyerên li Sûriyeyê diqewimin de agahî da Televîzyona El Cezîre. Malîk got: “Ji ber bûyerên ku şahidiya wan kiriye ji endamtiya şandê xwe kişandiye.”
Malîk wiha axivî: “Belê min xwe ji şandê vekişand. Ji ber ku karê me êdî ji rejîma Sûriyeyê re xizmet dikir. Me nedikarî em pêşiya kuştina mirovan bigrin.” Enwer Malîk bilêv kir ku êdî şanda çavdêriyê nema dikare rewşa Sûriyeyê çareser bike û destnîşan kir ku rejîma Beşar Esed tawanên şer dike. Li kolanan ji hêla nîşanbazan ve mirov tên kuştin, tên revandin û êşkence bi wan tê kirin.
Çavdêrê berê Malîk got, li bajarê Humisê heftiyekî zêdetir maye û li bajêr bûyerên pir tirsnak û saw diqewimin û rexne li Serokê Şanda Çavdêriyê Mehemed el-Debî jî kir.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di pevçûna navxweyî ya Sûriyeyê de heta niha ji 5 hezar zêdetir mirov hatin kuştin.
Rudaw
