• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Kerkûkê mala parlementerekî Tirkmen rastî êrişê hat

Gulan Media January 11, 2012 Nûçe
Li Kerkûkê mala parlementerekî Tirkmen rastî êrişê hat
Îro mala parlamentera İraqê ya Eniya Tirkmenan Jale Neftçî ya li Kerkûkê rastî êrişê hat. Di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Îro du çekdar di nava otomobîlekê de di ber mala Parlamentera Eniya Tirmenan a Parlamentoya İraqê Jale Nefçî derbas bûn û dan ber gûlleyan. Di encama rûbirûbûna ligel polîsan, 2 çekdar hatin kuştin û polîsek ji parêzvanên navçeyê birîndar bû.

Berî sê rojan jî mala Jale Neftçî rastî êrişa gulleyan hatibû, lê ti ziyanek giyanî çênebû û tenê qalikê gûlleyan hatibû dîtin. Îro dema Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yê Karûbarên Civakî Letîf Gilî li Kerkûkê serdana mala Jale Neftçî kir. Lê berî çûna Letîf Gilî, dûbare mala Jale Neftçî rastî êrişa gûlleyan hat.
Top