Fuad Husên: Eger Kongreya Nîştimanî Li Bexdayê Be Serok Barzanî Beşdarî Nake
Husên di dirêjahiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, pêwîste tevahiya hewldanên heyî bo serkeftina vê kongreya han û çareser kirina kêşeyên heyî werin bitevgerkirin û niha jî hinek kes dibêjin ku, ev kongreya han serkeftî nabe, mirov nabe wisa reş bîn be û bi awayekî pêş dem biryar bide.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, ev kongreya han pêwîste li cêhkî wisa de were sazkirin ku, tevahiya aliyên siyasî li ser vê yekê li hev bikin û eger tevahiya aliyên siyasî li ser vê yekê razî nebin ku, ev kongre li Bexdayê were lidarxistin vê demê Hewlêr amadeye ku, bo serkeftina vê kongreya han tevahiya hêza xwe bikar bîne.
Husên di dawiya axaftinên xwe de ev yek jî eşkere kir ku, eger ev kongreya han li Bexdayê de were lidarxistin vê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beşdariya vê kongreya han neke.
