• Thursday, 05 February 2026
logo

Partî: "Hinek kes li dijî me sîxurtî dikin"

Gulan Media January 10, 2012 Nûçe
Partî:
Rêveberiya rêxistinê ya partiya demokrat a Kurdistanê (Partî), ragihand, hinek kes bo hinek aliyên diyar li dijî Partiyê “sîxurtî” kirine, lewre daxwaza ji dadweriya herêmê kirine, li pey vê yekê biçe.

Rêveberiya rêxistinê ya Partiyê, di daxuyaniyekê de, wiha got, “Piştî ku me roja 2ê rêbendana 2012ê, daxuyaniyek li ser hinek nûçeyên kovara Livîn weşand, me li ser wan nûçeyan lêkolîn kir. Di dawiyê de derket holê ku hinek kes li dijî partiya me sîxurtî kirine.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, daxwaz ji aliyên fermî û dadwerî yên herêmê kirine, li bara vê yekê lêkolîn bê kirin û tedbîrên yasayî bên girtin.

Rêveberiya rêxistina Partiyê, 2ê Rêbendana 2012ê, li bara nûçeyeke kovara Livîn ku behsa agahiyên nav rêveberiya han kiribû, daxuyaniyek dabû û ev yek red kiribû.

Kovara Livîn jî, ragihandibû, karê wan tenê kareke rojnamevanî ye.

AKnews
Top