• Wednesday, 04 February 2026
logo

Wezîrê Parastinê yê Kanada bi Şahciwan Nazenîn re zewicî

Gulan Media January 10, 2012 Nûçe
Wezîrê Parastinê yê Kanada bi Şahciwan Nazenîn re zewicî
Wezîrê Parastinê yê Kanada Peter Gordon MACKAY bi şahcîwana Kanadî ya berê Nazenîn Avşîn Cem re zewicî

Nazenîn Avşîn Cem bi eslê xwe Îranî ye û ew di salên 80 de tevî malbata xwe çûye Kanada û li wê derê bi cih bû ye.

Ew di sala 2007 de weke şahciwana Kanada hatibû hilbijartin.

Ew di warê parastina mafê mirovan de kar dike û wê di sala 2005 de keçeke kurd li Îranê ji îdamê rizgar kiribû.

Ew her du li Meksîk roja pênşemê zewicîn.

Weke tê zanîn Peter Gordon MACKAY berê wezîrê derve bû.

AVESTA KURD
Top