• Wednesday, 04 February 2026
logo

Leyla Zana: Çek sîgortaya Kurdan e!

Gulan Media January 10, 2012 Nûçe
Leyla Zana: Çek sîgortaya Kurdan e!
Parlementera BDP'ê ya bajarê Diyarbekirê Leyla Zana daxwaz kir tecrîda ser Serokê PKK'ê Ocalan were rakirin û da diyar kirin ku, çek sîgortaya gelê Kurd e.

Zana di hevpeyvîna rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ligel kirî de bal kişand ser gelek mijaran û dîtinên xwe der barê çekdayîn, rakirina tecrîda ser Serokê PKK'ê Ocalan û agirbesteke yek alî de anî ziman. Zana di axivitina xwe de tekez li ser wê yekê kir ku, divê tecrîda li ser Serokê PKK'ê Ocalan were rakirin û ji Girava Îmraliyê bê derxistin û di hepseke malê de bi cih bikin. Ji bo rehetkirina civakê divê tecrîda ser Serokê PKK'ê were rakirin. Zana der barê agirbesteke yek alî û çekdayînê de jî, da diyar kirin ku, agirbesteke yek alî bê wateye, divê berxwedana demokratîk were radîkal kirin. Her wiha got ku, ew tucarî mijara çekdayînê gotûbêj nake, ew sîgortaya Kurdan e, divê çekdayîna Kurdan neyê gotûbêj kirin, lê ez jî, dixwazim çek bê deng bibin, lewre divê êdî xwîna Kurdan nerje.

Zana bal kişand ser mijara referandûmê û da diyar kirin ku, divê Kurd jî li seranserî cîhanê referandûmê pêk bînin ka ew; sîstema eyaletan, yan xwesrî an jî federasyonê dixwazin, yan serxwebûnê dixwazin. Her wiha Zana got ku, divê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.
Avestakurd
Top