Parlamnetereke AK Partî: Kurdistaneke serbixwe ne tehdîd e
Di hevpeyvînekê de di gel Ajansa Kurdistan Cuma İçten, derbarê “pêşîvekirina demokratîk”, perwerdehiya zikmakî û li Iraqê îhtîmala avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê de, fikr û ramanên xwe vegot.
Di bersia pirsa egera parçebûna Iraqê û damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê İçten wiha got, “Ez weke welatiyekî tirkiyeyî diaxivim, divê Tirkiye piştgirî bide hemû maf û azadiyan û her tiştên ku ji aliyê înîsiyatîfên sivîl ve tên çêkirin. Li Iraqê avakirina Kurdistanek, ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd e. Divê Tirkiye ji vê aciz nebe. Li gorî min divê Tirkiye piştgirî bide vê yekê.
Avesta
