Fermana girtina Tariq Haşimî gihêşte Civata Dadwera Herêmê
Berdevkê fermî yê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê dadwer Diyar Hemîd, di kongireyeke rojnamevaniyê de ragehand ku: "Îro 8/1, me bi pêwîst zanî ku em ragehandineke Encumena Dadweriyê li Herêma Kurdistanê, di derbarê kêşeya cîgirê Serokkomarê Êraqa Federal Tariq Haşimî , belavbikin."
Ragehandina Encumena Dadweriyê bi vê awayî ye, ku di riya lijneyeke hemaheng û bi hevkariya navbera Encumena Dadweriya Bilind ya Êraqa Federal li Bexdayê û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, her weha biryara qedexekirina geştiyê ji bo derveyî welat jî tê de ye.
Berdevkê fermî yê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê dadwer Diyar Hemîd got: "Ji ber hestyariya û girîngiya vê babetê di demekê dî de encama vê fermanê ji dazgehên ragihandinê re emê belavbikin."
PUKmedia
