• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mekain: Rewşa Êraqê weha biçe wê bibe sê dewletên cuda

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Mekain: Rewşa Êraqê weha biçe wê bibe sê dewletên cuda
Endamê Encumena Pîran yê Amerîka yê û helbijêrê bere ji bo Serokatiyê ser bi Partiya komarî John Mekain, hişyarî da ku, rewşa Êraqê aloztir boye, ev yek jî hereşeyek li ser jiyana bi hezaran welatiyên sivîl ya Amerîka yê li vî welatî.

John MeKain di bernameyek diyalog a televizyonê de got: Ez bawerin ku belavbûnek û ji hevketinek li vî welatî heye ev jî dibe sedema çêbûna sê dewletên cuda li Êraqê heye.

Her wa wezîrê berevanî yê a Amerîka Lion Banite jî, di heman bernameyê de nêrîna xwe da diyar kirin û got ku, baweriya wî bi tiwaneya hêzên Êraqî li hemberî hereşeyên ewlehiyê ê ku li welêt rû didin heye û cext li vê kir ku welatiyên sivîl yê Amerîka yên ku li Êraqê kar dikin bila rihet û aram bin.

Lê Mekain, tekez li ser vê kir ku ev welatyên sivîl yên ku hejmara wan 15 hezarin ne di ewlehiyê dane, hişyar kir û got : Ger rewşa ewlehiyê li Êraqê têk biçe û alozî berdewam bike.Dibe ku em neçarî vekişîna wan bin.

Her wa MeKain got: Rêza min ji wezîr Banite re heye, dibe ku nizanibe ku rewşa Êraqê berve hilweşandinê ve diçe û cîgirê Serokkomarê Êraqê revyaye Hewlêrê, her wa grûpên mirinê (xwekuj) li welêt hene û Hikûmeta Êraqê jî nêzî hilweşandinê ye û nakokî di navbera navçeyên Kurd û navçeyên din yê Êraqê berz dibe.

PUKmedia
Top