Ellawî: Pêwîste kongreya nîştîmanî li Silêmaniyê bê sazkirin
Li gor Sumeriyenews; Serokê Lîsta el-İraqiye Eyyad Ellawî li Hewlêr di civîneke çapemeniyê de got: “Lîsteya wan ti mercek ji bo beşdarî kongreya nîştîmanî ya Serokkomar (Celal Talabanî) pêşniyar dike nîne. Lê em daxwaz dikin ku li Herêma Kurdistanê û bi taybet jî kongre li Silêmaniyê bê sazkirin.”
Ellawî got: “Wê hemû pirsgirêkên İraqê bi sazkirina wê kongreyê bên çareser kirin. Bi şertê ku li Silêmaniyê bê sazkirin, ji bo tank û zirepûş li pêşiya salona konferansê ranewestin.”
Serokê Lîsta İraqiye bal kişand ser wê yekê ku piraniya aliyan ji bo amadekariyên kongreya nîştîmanî ya piralî ku ji aliyê Serok Talabanî ve hatiye pêşniyarkirin, lijneyên hevbeş dirûstkirine. Talabanî bi xwe jî daxwaz kiriye ku ew kongre li Silêmaniyê bê sazkirin, ji ber wê di warê ewlekariyê de ti pirsgirêkên wê çênebin.”
Serokê Lîsta el-İraqiye Eyyad Ellawî got: “Pêwîste di wê kongreyê de pirsa Tariq Haşimî bi tifaqî bê çareserkirin.”
Rudaw
