• Thursday, 05 February 2026
logo

Çelik: Dibe Erdogan ji ber bûyera Roboskê lêborînê bixwaze

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Çelik: Dibe Erdogan ji ber bûyera Roboskê lêborînê bixwaze
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti) Huseyin Çelik diyar kir ku sedem her çi be, di encamê de 35 gundiyên sivîl li Roboskê ji aliyê balefirên dewletê ve hatin kuştin. Ez lêborîna xwe dixwazim û divê dewlet jî lêborîn bixwaze.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Dîlokê (Gaziantep) Huseyin Çelik got, bûyer niha wek qezayeke operasyonê dixuye, lêpirsîn hê didome û ew ê heta dawiyê bişopînin û ger qestek tesbît bikin dê ceza bikin. Çelik got: “Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) û PKK li devera Şirnexê xwe baş rêxistinkirine û ger şandên AK Partiyê bi awayekî qelebalix çûbana wê derê dê 35 kesên dîtir jî bihatana kuştin.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Çelik, derbarê bûyera gundê Roboskê yê Qilebanê ku 35 gundî bi balefirên Artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin de, bi peyamnêra Haber7 Fadime Ozkan re hevpeyvînek pêk anî. Çelik got: “Ew bûyerê dişopînin, li benda encama lêpirsînê ne û ger sedem derkevin holê dibe ku Serokwezîr jî lêborînê bixwaze”

Cîgirê Serokê AK Partiyê Hûseyîn Çelik got: “Dayîna tezmînatê jî bi awayeke madî lêborîn xwestine. Kuştina gundiyên ku ji bo 50 TL qaçaxvaniyê dikin nayê qebûlkirin û bawer nakim ku bi zanebûn hatibin bombebarankirin. Lê dîsa jî lêpirsîn didome.”

Rudaw
Top