• Wednesday, 04 February 2026
logo

Ciwanek organê nêrîne yê zarokekî bi didan jê dike û dixwe

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Ciwanek organê nêrîne yê zarokekî bi didan jê dike û dixwe
Li gundekî nêzî Hewlêr, ciwanek xwe avêt zarokekî yek sal û şeş mehî yê ciranê wan û bi didanê xwe organê nêrîne jê dike û dixwe. Niha ew zarok di bin çavdêriya pijîjk de ye û du caran hatiye emeliyat kirin.

Navê wî zarokî Sehend Sebure û mala wan li gundê Zergezewî yê girêdayî nahyeya Dareşekiran e. Roja 25.12.2011’an piştî ku dayîka wî dişû û di hindirê malê de di nava xewliyê de pêça, ciranekî wan ê bi navê R.Ş. yê 20 salî xwe diavêje hindir û organê nêrîne yê Sehend bi didan dikirêne û dixwe.

Bapîrê Sehend Xefûr Seîd ji Rûdawê re got: “Wê rojê ez ligel sê xizmên me yên ji gund li mala me rûniştibûn. Ez ligel qêra jinan hatim derve, min dît Sehend li ser destê wan e û hemû laşê wî bûye xwîn. Di wê demê de R. ji odeyê reviya û devê xwe badida. Organê nêrîne yê Sehend di devê wî de bû û mijûl bû daqurtîne. Min dît ku heta organê nêrîne yê Sehend di qiraka wî re jî çû xwar.”

Pisporê di warê neştergeriya mizdang de Dr. Kameran Ehmed Mehdî derbarê neştergeriya wî zarokî de got: “Me heta niha du neştergerî jêre kirine. Neştergeriya yekemîn ji bo mîzkirinê rê xweşkirin bû, lê di neştergeriya duwemîn de me nêzî 2 cm ji bin çerm rakêşa û eger çêbûna wî sedî sede. Lê pêwîste di temenê 16 saliyê de carekî din bê emeliyatkirin û heta mezinbûna organê wî yê nêrîne bigihe rewşa xwe ya asayî.

Rudaw
Top