11 girtiyên dadreskirî (mehkûm) ji çaksaziya mezinan li Zirka revîn
Ev revîne bi kom û pilankirî bi êkem kiryara bi vî awayî li herêma Kurdistanê dihête hejmartin, jêderên fermî bi war ragehandin, wan girtiyan heyama zêdetirî salekêye karê kolana vê tonêlê kiriye, berpirsên çaksaziyê aşkirakirin ku girtiyan bi kaçkên xwarinê û amîrên lênangehê ew tonêla dirêjahiya wê digehîte 80ta 100 metran kolaye.
Berpirsê ragehandinê li çaksaziya navhatî bo war got: Li şeva borî sat 2 û nîv bi revîna wan 11 girtiyan haydarbûyne, tonêl di hola zîndanê ve li cihê serşoyê hatiye kolan û bo dîwarê derveyê çaksaziyê hatiye birin.
Welîd Elî got: Zîndanî yên revîn hukmên sêdaredanê û heta hetayî û hindekan ta 10 salan li serin, herwesa amajekir hola zîndanê 16 girtî di navda bûn 5 mayine û 11 revîne, ku akinciyên Duhokê, Mûsilê, Zaxoyê û Sêmêlê ne.
Dihête zanîn di sala borîda jî du zîndaniyên dî ji çaksaziyê revîbûn û êkî jî xwe sêdare dabû.
Rojnamawar
