Di 15 saatan de 3 kes li Çemçemalê hatine kuştin
Birêveberê polîsê Çemçemalê Ednan Osman ji AKnewsê re ragihand ku pêr, li nahiyeya Şoreş bi sedema şerekî navbera 2 welatiyan ku par pirsgirêkek navbera wan hebû, 2 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bû.
Osman xuya kir ku yek ji kesên ku hate kuştin bi navê Rehman Xefûr bû û kesê birîndar jî ti têkiliya wî bi wê pirsgirêkê ve tune ye, kujer jî reviayeye û hêzên polîs li pey digerin.
Ji aliyekî din ve, pêr bi şev, li gundê Taleban ê bi ser nahiyeya Sengaw ve, welatiyek bi navê Heval Kerîm (23 sal) hate kuştin.
Kerîm Talebanî bavê Heval ji AKnewsê re got, “Kurê min şivan bû û şevê hate malê û asayiş ew di mal ê de kuşt.”
Talebanî axaftina xew wiha domand, “Hêzekî asayişê çû gundê me û pirsa mala me kirin, piştre avêtine ser mala me û teqe li kurê min kirin û ew kuştin, kurê min bê tawan hate kuştin, lewra em ê dozekê dijî hêzên asayişê li dadgehê vekin.”
Derbarê bûyerê, saziyên ragihandinê serdana Birêveberiya Asayişa rojavayê Silêmaniyê û binkeya polîsê Çemçemalê kirin, lê bi bihaneya nebûna dewama fermî ti daxuyaniyek nedane ragihandinê.
