• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Meydana Azadî ya Kirmanşanê 3 kes hatin darvekirin

Gulan Media January 8, 2012 Nûçe
Li Meydana Azadî ya Kirmanşanê 3 kes hatin darvekirin
Piştî ku cezayê darvekirinê li ser wan hate birîn, 3’ê girtiyên girtîgeha navendî ya Kirmanşê li pêş çavê xelkê hatin bidarvekirin.

Di saetên sibehê yên roja 05.01.2012’an de, 3 girtiyên girtîgeha Navendî ya Kirmanşanê bi biryara berpirsên qezayê li Meydana Azadî ya Kirmanşanê li ber çavê xelkê hatin bidarvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Mukiryan li gor çavkaniyek di nav girtîgehê de dibêje: “Navê kesên hatine bidarvekirin, Elîreza Ehmedî, Sadiq Eskenderî û Sasan Besamî bûn. Piştî cezayê bidarvekirinê li ser wan hate birîn, Dadgeha Bilind a Îranê bi amadebûna komek mirov li Meydana Azadî ya Kirmanşanê bidarvekirin.

Rudaw
Top