• Thursday, 05 February 2026
logo

5 xizmên kesên hatine kuştin hatin girtin

Gulan Media January 8, 2012 Nûçe
5 xizmên kesên hatine kuştin hatin girtin
5 xizmên kesên di komkujiya Roboskê de hatibûn kuştin, bi îdiaya ‘bi armanca kuştinê’ êrişî Qeymeqamê Qilebanê kirine hatin girtin.

8 kesên ku ji ber ‘êriş û lînckirina Qeymeqamê Qilebanê’ Naîf Yavuz hatibûn binçavkirin derketin pêşberî dadgehê û ji wan 5 xizmên kesên ku di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin.

Li gorî nûçeya DİHAyê ji 8 kesên ku beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin, Serbest Encu, Nihat Encu û Nezir Encu piştî lêpirsîna Qereqola Cendermeyan a Qilebanê serbest hatin berdan, 5 kes jî şandin dadgehê. Kesên bi navê Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdi Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu piştî lêpirsîna Dozgeriya Qilebanê derketin pêşberî Dadgeha Sulh a Ceza ya Qilebanê û bi îdîya “Bi qestê kuştina mirov” hatin girtin.

19 jê zarok 35 gundiyên gundê Roboskê (Ortasu) ya Qilebanê di şeva 28’ê kanûna 2011’an de li ser sînora Herêma Kurdistanê ji aliyê balefirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin. Qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavuz piştî komkujiyê çûbû serdana sersaxiyê û rastî nerazîbûna xizmên qetilkiriyan hatibû.

Rayedarên dewletê komkujî wek “qezaya operasyonê” binav kiribûn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû vekirin, lê heta niha derbarê berpirsan de tu biryar nehatiye dayîn.

Rudaw
Top