• Friday, 06 February 2026
logo

Komkujiya Roboskê: Li 17 efseran lêpirsîn hate vekirin

Gulan Media January 8, 2012 Nûçe
Komkujiya Roboskê: Li 17 efseran lêpirsîn hate vekirin
Li Tirkiyeyê, piştî kuştina 35 gundiyên Roboskê ya Qilebanê, bi îdiaya ku ‘çavê xwe ji qaçaxiya sînorê re girtine’ derbarê 17 fermandarên qereqolên devera Şirnexê lêpirsîn hate vekirin. Dozger qeydên telefonên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane jî lêkolîn dike.

Cîgirê Serdozgeriya Erkê Taybet a Amedê, li ser îdiaya gundiyan “Leşkeran dizanibû em kaçaxvaniyê dikin û didîtin”, derbarê 17 fermandarên ku di qereqolên Sêgirkê (Şenoba), Bêjih (Gülyazı), Roboskê (Ortasu), Mêrgeh (Yemişli) û Andaçê yên navçeya Qilebanê de erkdarin lêpirsîn da dest pê kirin. Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, 17 efser bi îdiya “Erkê xwe paşguhxistin û binpêkirina benda 4926 a têkoşîna dijî qaçaxvaniyê” dê bên lêpirsînkirin.

Li aliyê din jî, dozger ji rayedaran xwest ku qeydên telefonên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane heta 6 mehên borî bêne tesbîtkirin. Herwiha dozger îdiaya gundiyan “Me ambulans xwest rênekirin, 13 birîndaran ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da” jî vedikole. Hate ragihandin ku dozger ji bo tesbîtkirina komên qaçaxvanî û hêjmara hêstiran jî qeydên kamerayên termalî xwestine.
Top