PDKê dê bi lîsteyeke serbixwe beşdariya hilbijartinan bike
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê roja 27ê îlona bê ji bo encamdana hilbijartinên civatên parêzgehan ku heyama 7 salan nehatine encamdan, diyar kiriye.
Caefer Îbrahîm ji AKnewsê re daxuyand, “Berê, li sînorê her liqeka PDKê komek amadekarî hatibûne encamdan ji bo hilbijartiên civatên parêzgehên herêmê, ji ber biryar bû di dema borî de bên encamdan, çê dibe ji bo civana nû em wan amadekariyan bi awayekî din dubare bikin û fêdê ji wan bikin, bi awayekî giştî PDKê amade ye beşdariya wan hilbijartinan bike û ezmûneke me ya baş jî heye.”
Îbrahîm got jî, “Wek destpêk, me digel YNKê gotûbêj kiriye ku sîstemê vê carê yên hilbijartinên civatên parêzgehan wiha dixwaze ku bi cuda beşdar bin, lê bi tekîd piştî prosesê em ê protokola hevkariyê digel YNKê îmze bikin û nêrîna wan jî wiha ye, siruşta sîstemê nîvçe vekirî yê hilbijartinê wiha ye.”
Îbrahîm axaftina xwe wiha domand, “Di her hilbijartinekê de, her partiyek divê kar bike daku piraniya dengan bi dest bîne, em jî pêşbînî dikin ku PDKê wek pê hatiye naskirin, dikare heman rêjeya dengan bi dest bîne.”
Îbrahîm amaje kir ku PDKê dê kesên pispor ji bo civatên parêzgehan namzad bike.
Îbrahîm bal kişand ku bo her 500 hezar kes li parêzgehekê 25 endam hatine diyarkirin û 200 hezar dengên din jî endamek zêde dibe, bo parêzgeha Hewlêrê 31 endam, Silêmanî 32 û Duhok 29 endam hatine diyarkirin.
AKnews
