• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê herêma kurdistanê: Cîhbicîh Nekirina Madeya 140 Dibe Sedema Encamên Nebaş

Gulan Media January 8, 2012 Nûçe
Serokê herêma kurdistanê: Cîhbicîh Nekirina Madeya 140 Dibe Sedema Encamên Nebaş
Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de bi Ajansa Nûçeyan ya Reutersê re ragihand, ku ew li ser wê çendê mikurin ku rewşa Iraqê ji ber hewlên Serokwezîrê Iraqê bo girtina Cîgirê Serokkomar Tariq Haşimî ber bi qirîza tayifî ve neçe. Serok Barzanî herwisa got; ku sernekeftina sîstema federalî dê karestê li dûv xwe bîne.

Qrîza ku piştî biryara girtina Cîgirê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî li Iraqê çê bûye, roj bi roj ber bi alozbûna zêdetir ve diçe. Penah birina Tariq Haşimî bo Kurdistanê û vemana vî li Kurdistanê, bûye egerê ewê çendê ku Kurdistanê bikeve di nav dilê qada siyasî de, belê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dibêje; Em ne beşekin ji qirîza heyî ya eşîrî û nakokiyên heyî. Serok Barzanî her weha diyar kiriye ku, kêşeyên eşîrî û tayêfî bo me negirîngin lêbelê girîng bo me rewşa siyasî yaw elate.

Serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya hevpeyvîna xwe de diyar kiriye ku, Kurd çaverêyî rêkeftina navbera aliyên peywendîdar bi arîşeyan ve ya di derbarê destnîşan kirina cihê û demê sazdana kongreya niştîmanî ye.

Serok Barzanî di vê derbarê de jî amade bûna Kurdistanê û xwe bo piştgîrî kirin û pêşwazî kirin ji kongreya nîştimanî re diyar kir.

Serok Barzanî di vê hevpeyvîna xwe de daye xuyakirin ku, ew li ser wê baweriyê ye ku, renge gelek ji aliyên peywendîdar amade nebin ber bi Bexdadê ve biçin.

Di derbarê kêşeya Tariq Haşimî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, ev kêşeya han dû aliyên xwe hene, aliyek siyasî û aliyek jî qanûniye, lewre pêwîste warê qanûnî ya vê kêşeya han di nava Dadgehan de were çareserkirin, Serok Barzanî tekez jî li ser vê yekê kir ku, li Kurdistanê de dadgeh serbixwene û ti kes anjî ti aliyek destwerdanî di nava karûbarên Dadgehan de nake.

Serok Barzanî balkêşande ser vê yekê ku, Tariq Haşimî naxwaze li Bexdayê were darizanin lewre li neçûna xwe bo Bexdayê biîsrare û dixwaze li Kurdistanê de here berdem Dadgehê, Haşimî sedema neçûna xwe bo Dadgehên Bexdayê bo vê yekê vedigerîne ku, li Bexdayê de Dadgeh neserbixwene û bi ti awayî li Bexdayê de bi awayekî dadperwerane nayê darizandin.

Serok Barzanî di dirêjahiya vê hevpeyvîna han de balkêşandiye ser kêşeya Deverên veqetiyayî û madeya 140 a destûra bingehîn ya Îraqê û diyar kiriye ku, rê girtin ji cîhbicîh kirina madeya 140 a destûra bingehîn ya Îraqê vê encamên nebaş ji derkevin.

Di derbarê meseleya peymanên petrolê yên Hewlêrê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, tevahiya wan peymanên han peymanên qanûnî ne û li gorî qanûnê hatine îmzekirin.

Serok Barzanî eşkere kir ku, di demên derbas bûyî de Hewlêr û Bexda di derbarê peymanên han de lihev kirine û li gorî vê heta dema ku, qanûneke baş ji bo gaz û petrolê li Parlementoya Îraqê de tê pejrandin û pesendkirin her yek ji Hewlêr û Bexda dikarin li gorî çarçoweya destûra bingehîn a Îraqê di vê derbarê de peymanên curbicur îmze bikin.
Top