Serokê Hikumeta Herêmê pêşwaziya Joseph Lieberman kir
Di hevdîtinê de, li ser pêvajoya îro ya Êraqê û kêşeyên siyasî yên ku serîhildaye û ayîndeya pêvajoya siyasî axivîn. Her du alî jî kok bûn li ser wê yekê ku kêşeyên siyasî yên di navbera komên siyasî de dê bi riya gotûbêjan bên çareserkirin.
Di beşeke din ya gotûbêjan de, li ser girîngiya rola Amerîkayê li Êraqê û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, her weha Lieberman li ser deskeftiyên Herêma Kurdistanê axivî û girîngiya parastina wan deskeftan anî ziman.
