• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Hikumeta Herêmê pêşwaziya Joseph Lieberman kir

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Serokê Hikumeta Herêmê pêşwaziya Joseph Lieberman kir
duh roja sêşemê 03-01-2012, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih endamê encumena Pîran ya Amerîkayê Joseph Lieberman û şandeya bi wî re kir.

Di hevdîtinê de, li ser pêvajoya îro ya Êraqê û kêşeyên siyasî yên ku serîhildaye û ayîndeya pêvajoya siyasî axivîn. Her du alî jî kok bûn li ser wê yekê ku kêşeyên siyasî yên di navbera komên siyasî de dê bi riya gotûbêjan bên çareserkirin.
Di beşeke din ya gotûbêjan de, li ser girîngiya rola Amerîkayê li Êraqê û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, her weha Lieberman li ser deskeftiyên Herêma Kurdistanê axivî û girîngiya parastina wan deskeftan anî ziman.
Top