• Thursday, 05 February 2026
logo

Kurd hewla çareserkirina aloziya li Diyaletyê didin

Gulan Media January 3, 2012 Nûçe
Kurd hewla çareserkirina aloziya li Diyaletyê didin
Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parêzgeha Diyaleyê destpêşxeriyek ji bo çareserkirina aloziya biherêmbûna parêzgehê ragihand.

Endamê lîsteyê Dilêr Hesen Saye di vê derbarê de daxuyand ku lîsteya wan gotûbêjên xwe ji bo çareserkirina aloziyê didomîne û destpêşxeriyek de pêşkêş kiriye daku endamên Lîsteya Iraqiye car din vegerin nav Civata Parêzgehê û cihên xwe yên fermî.

Saye amaje kir ku helwesta endamên Iraqiye li hember çareserkirina aloziyê û destpêkirina rûniştinên civatê li Baqûbe şûna Xaneqînê heta niha erênî ye.

Saye tekîd kir ku rûniştinên Civata Parêzgehê dê li Baqûbe bêne lidarxistin ji bo çareserkirina aloziya li parêzgehê.

Saye xuya kir ku Hevpeymaniya Kurdistanê wek pêkhateyeke parêzgehê, amadeye xizmeta xelkê Diyaleyê bi hemû pêkhateyan bike.

Di 12ê meha borî de, di dema ragihandina parêzgehê wek herêmeke serbixwe, piraniya berpirsên parêzgehê, ji ber rewşa ewlekariyê û xwepêşandanên dijî biryara biherêmbûnê, di cihên xwe yên fermî de dewam nakin.

AKnews
Top