Parlamenterên kurdi ji hola PI derketin
Yekşema borî, parlamenterê Hevbendiya Dewleta Yasayê Hisên Esedî gotibû, “Benda 4ê ya taybet bi terorê li ser Serokomarê Iraqê Celal Talebanî jî tê bicihanîn, ji ber ku wî cîgirê xwe Tairq Haşimî vehewandiye û ev yek jî dijî yasayê ye.”
Ev daxuyaniya Esedî bû sedema derketina aloziyê di qada siyasî de û kurd jî dibêjin divê Esedî daxwaza lêburînê bike.
Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) Şiwan Mihemed Teha di vê derbarê de ragihand, “Rêjeya yasayî ya parlamenteran di rûniştina îro de amade bûn, di destpêkê de HKê daxuyaniyek xwend û tê de daxuyaniyên Hisên Esedî şermezar kir û daxwaz kir ku Esedî bi fermî daxwaza lêborînê bike.”
Teha ronî kir ku HNê bi fermî ragihandiye ku ew nêrîna taybet a Hisên Esedî ye, lê kurd rijdin li ser wê yekê ku divê Esedî bi fermî lêburînê bixwaze.
Teha aşkere kir ku lîsteyên din niha hewl didin, parlamenterên kurd vegerînin nav hola parlamentoyê.
AKnews
