• Wednesday, 04 February 2026
logo

Komkujiya Şirnexê ket rojeva parlamentoya Tirkiyê

Gulan Media January 2, 2012 Nûçe
Komkujiya Şirnexê ket rojeva parlamentoya Tirkiyê
Kuştina 35 kesên sivîl ên kurd ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve, ji aliyê partiya komarê ya gel (CHP) ve ket rojeva parlamentoya Tirkiyê.

Parlamenterê CHPê yê Mersin, Aliriza Ozturk, îro nameyek li bara komkujiya 28ê kanûna 2011ê ya Şirnexê, pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyê kir û tê de hinek pirs ji serokwezîr kir.

Ozturk, di nameyê de behsa kuştina 35 gundiyên gundê Roboskî yê Şirnexê kir û wiha got, “Ma gunehên van mirovan çi bû? Ma dê hêceta terorîstbûnê kuştina van mirovan bide îzakirin?”

Parlamenterê CHPê, ev pirs arasteyî Erdogan kir:

*Kîjan saziya dewletê ev agahî daye fermandehiya artêşê?

*Gelo rast e ku bi agahiyên xelet, fermandehiya artêşê xistine telê?

*Gelo rast e ku balafirên bêbalafirvan ên nav sînorê Iraqê de di bin kontrola Amerîka de ne?

*Gelo îdiayên ku dibêjin jixwe dihat zanîn ev mirov qaçaxtiyê dikin, rast e?

*Gelo rast e, dibêjin dema bûyer ji artêşê re hatiye gotin, hê jî bordûman dom dikir?

AKnews
Top