Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, pêşketinên dawî ya rewşa Herêma Kurdistanê û rûdawên nexwastiyên vê dawiyê ya hinek li navçeyên Kurdistanê û pêwendiya di navbera hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê xistin rû û li vî warî de tekez li ser parastina yekrêziya gelê Kurdistanê û yekhelwestiya hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê kir û bi erkê ser şanê wan hemû partî û aliyan jî zanîn ku bi navê gel û berjewendiya Herêmê û parastina ezmûna wê rola xwe ya ber bi çav li nêzîkkirina nêrîn û dîtinan de bibînin.
Her wiha nirxandina wê qeyrana ku ev demeke li Iraqê serîhildaye û awayê çareserkirinê ku xwe li bestina kongreyekî nîştimaniya berfireh de dibînê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
