Heyeteka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hat sersaxiya gundiyên Robozkê
Li gor nûçeyan, Serbest Lezgîn di heqê serdana gundê Robozkê de got:
Em dê îro li vêderê bimînin û me bi navê serokê Kurdistanê sersaxî li xizm û malbatên şehîdan kir. Wan jî pêşwaziyeka germ li heyeta me kir û bi hatina vê heyetê gelekê kêfxweş bûn. Me xerciya ezayê pêşkêş kir û dê paşê vegerin.
Gundê Robozkê dikeve ser tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê û di dema şoreşa gulanê de xelkê vê deverê hem wekî pêşmerge û hem jî bi pêşwazîkirina li pêşmergeyên Kurdistanê piştgiriya PDK-ê û başûrê Kurdistanê kirine.
Nevel
