• Thursday, 05 February 2026
logo

Demîrtaş: Divê gel dakeve kolanan û qetlîamê lenet bike

Gulan Media December 29, 2011 Nûçe
Demîrtaş: Divê gel dakeve kolanan û qetlîamê lenet bike
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku li Roboskiyê qetliameke vekirî pêk hatiye û got; BDP'ê 3 roj wekî şîn îlan kir. Roj ne ew roj e ku ti kes li mala xwe rûne. Roj roja serhildanê ye. Divê herkes dakeve kolanan û qetlîamê lenet bike.


Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê bombebarana li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê ji ajansa DÎHA'yê re axivî. Demîrtaş diyar kir ku ew ji bo biçin cihê bûyerê derketine rê û wiha axivî: "Li Roboskiyê qetlîmeke vekirî pêk hatiye.

BDP'ê 3 roj wekî şîn îlan kir. Gelê me jî divê li her deverê ku lê dijî vê êşê parve bike. Divê gelê me li her derî nerazîbûna xwe nîşan bide. Ji ber ku ew ê bixwazin serê vê bûyerê bigirin. Em ê destûra vê yekê nedin. Em ê li her deverekê li qadan bin.

Divê gelê me dij-derketina vê qetlîamê nîşan bide. Roj ne ew roj e ku em li malên xwe rûnin. Roj roja serhildanê ye. Bila hemû gelê me dakeve kolanan û qetlîamê lenet bike."

'Qetlîam yên ku dibêjin 'operasyon' pêk anîn'

Demîrtaş destnîşan kir ku qetlîama Roboskiyê piştî civîna MGK'ê pêk hatiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Berpirsyarê vê qetlîamê ew kesên ku bi şev û roj dibêjin; 'operasyon dê bidome' ne. Berpirsyar yên di civîna MGK'ê de biryara operasyona bejahî girtine ye. Ev bûyer wekî Muglaliyê ser wê dê neyê girtin. Em ê destûra vê yekê nedin. Dîrok vê yekê dê wekî qetlîameke mezin binivîsîne. Ne pêkan e ku ser vê bûyerê bê girtin."
Top