Hikûmeta Herêmê dema hilbijartinên Civatên parêzgehan diyar kir
Li gor beyannameyeke ragihandina serokatiya Civatên wezîran, ku wêneyek ji malpera Xendan`ê re şandiye, "Serokatiya Civatên wezîran ya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 27/9/2012 were diyarkirin ji bo encamdana hilbijartinên Civatên parêzgehan."
Li gor nivîsa serokatiya Civatên wezîran bi jimare 3231, ku îro derketiye, "piştî rawêjkirina digel komisyona bilind ya hilbijartinan, roja 27/9/2012`an wek dema encamdana hilbijartinên parêzgehan hatiye diyarîkirin."
Her li gor beyannamê tê de hatiye: "Wezaret û aliyên peywendîdar hatine spartin ku li gel komisyona serbixwe ya hilbijartinan amadekariyên pêwîst encam bidin."
