• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Hîndistanê ya li Iraqê kir

Gulan Media December 28, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Hîndistanê ya li Iraqê kir
Duh çarşem 28/12/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Sorîş Key Rîdî Balyozê Hîndistanê ya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê Hîndistanê ji bilî xweşhalî derbirîna vê serdana Herêma Kurdistanê ji bo wan hemû pêşketinên Herêmê ya li hemû waran da destxweşiyê li Serok Barzanî kir û vê pêşketinê ji bo siyaseta hekîmaneya rêzdar ve vegerand û daxwaza welatê xwe bi Serok Barzanî ragihand û ronahîkir ku welatê wan hêvîdare ku pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê berfireh û kurtir bike. Her wiha girîngiyê dide berfirehkirina bazina wan pêwendiyan û berev baştir bibe. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku welatê wan li rêya veberhêneran ve dikarê‌ rolekî diyar li zêdetir avadankirina Herêma Kurdistanê de bibîne.

Li beramberda Serok Barzanî jî ronahî xiste li ser girîngiya berfirehkirin û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêm û Hîndistanê û dûpatkir ku jîngeheke başê veberhênanê li Herêma Kurdistanê da heye û Balyozê Hîndistanê Herêma Kurdistanê bi mînak behskir ku bingeheke başe ji bo veberhênerên Hîndî.

Serok Barzanî behsa rola Nehroya serkirdeyê dîrokiya Hîndistanê kir ku çawa li nameyek da ji bo keça xwe ji bo bi destxistina mafê neteweyiyan behsa mezlumiyet û xebata Kurd dike ku eve jî wihakir her ji wê demê ve hevsoziyek li navbera her du gelê Kurdistan û Hîndistanê de peyda bibê ku îro ew hevsozî dikare bibê berdê bingeha dostayetiyeke xurta li navbera her du gelan de.
Top