• Wednesday, 04 February 2026
logo

Hikûmeta İraqê razî bû konsolxaneya Îmaratê li Hewlêr bê vekirin

Gulan Media December 28, 2011 Nûçe
Hikûmeta İraqê razî bû konsolxaneya Îmaratê li Hewlêr bê vekirin
Duh Civata Wezîran a İraqê biryar da ku konsolxaneya Îmaratê li Hewlêrê bê vekirin.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta İraqê Elî Debax di daxuyaniyekê de got: “Civata Wezîran di rûniştina jimare 56 a li ser pêşniyara Wezareta Derve pejirand ku konsolxaneya Îmaratê li Hewlêr bê vekirin.”

Debax behsa mercê vekirina konsolxaneyê jî kir û wiha got: “Vekirina konsolxaneyê li ser wî merciye ku İraq jî li ser bingehê mameleya hevbeş di paşerojê de konsolxaneya xwe li wî welatî veke.”
Top