Haşimî dixwaze li Kerkûk yan Xaneqîn bê dadgehkirin
Li gor rojnameya Şerq el-Ewsed; Berdevkê Polîtborûya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî got: “Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî ku niha li Herêma Kurdistanê ye û mêvanê Talabaniye, amadebûna xwe nîşandaye ku li Xaneqîn yan jî Kerkûkê li pêşberî dadgehê bersiva tometên ku xistine stoyê wî bide.”
Cundiyanî di berdewama axaftinên xwe de bilêv kir ku piştî civîna navbera Talabanî û Serokê Parlamentoya İraqê Usame Nûcêfî de, Talabanî got: “Ew niha di çend astan de di nava peywendiyan de ye ku pirsgirêka Haşimî çareser bikin.”
Talabanî di wê civînê de ji Nûcêfî re got: “Ew li ser du teweran kar dikin, kîjan serbikeve, wê rewşa İraqê aram bibe. Ew jî yan kongreyeke nîştîmanî ya İraqê bê lidarxistin yan jî pirsgirêka Haşimî bê çaresekirin.”
Berdevkê Polîtborûya YNK’ê Azad Cundiyanî di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Veguhestina dadgehkirina Haşimî bo Kerkûk yan Xaneqîn ku berî daxwaz kiribû li Herêma Kurdistanê be, li ser daxwaza Tariq Haşimî bû.”
