Ji bo çareseriya krîza siyasî serdana Bexda dike
Li gor Sumeriyenews; biryare îro Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bigihe Bexda û derbarê krîza siyasî û ewlekariyê ya İraqê de ligel berpirsên hikûmeta İraqê bicive.
Li gor heman çavkaniyê; “Joe Biden ji bo pirsgirêka fermana girtina Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî û dûrxistina Cîgirê Serokwezîrê İraqê Salih Mutleg a ji postê wî, wê ligel berpirsên İraqê guftûgoyan bike.”
Piştî vekêşana hêzên Amerîka ya ji Bexda, di navbera Şîe û Sunniyan de nakokî derketin û hê jî ev nakokî nehatine çareserkirin.”
Rudaw
