• Wednesday, 04 February 2026
logo

Talebanî û Nucêfî li ser civîneke awarte bo rewşa niha ya Iraqê rê ketin

Gulan Media December 27, 2011 Nûçe
Talebanî û Nucêfî li ser civîneke awarte bo rewşa niha ya Iraqê rê ketin
Hat zanîn, serokomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, li ser lidarxistina civîneke awarte bo çareseriya arîşe û aloziyên Iraqê li hev kirine.

Parlamentera Iraqê ya ser bi hevpeymaniya Kurdistanî, Lane Mihemed, ji AKnewsê re got, îro serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî serdana Silêmaniyê kir û digel serokomar Talebanî, li bara rewşa niha ya Iraqê civiya.

Ofîsa serokomarê Iraqê, ragihand, Talebanî û Nucêfî, di civîna îro ya Silêmaniyê de, li ser rewşa siyasî û aloziyên niha yên Iraqê gotûbêj kirine û li bara pirsa cîgirê serokomar Tariq Haşimî de, rê ketine ku divê ev arîşe ji aliyê dadwerî û yasayên zaminker ve bê çareserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her wiha, Talebanî û Nucêfî, li ser lidarxistina civîneke giştî û awarte bo çareseriya pirsên siyasî yên Iraqê jî gihîştine rêkeftinê.

Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, îro ji Bexdayê çûbû Silêmaniyê.

AKnews
Top